31 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2016
HAKKARÎ
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê di pevçûna navbera hêzên ewlehiyê û endamên rêxistina terorê PKKê de leşkerek şehîd ket û 6 leşker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li mezraya Încesuyê ya girêdayî gundê Altinsuyê leşkeran operasyon dikirin. Endamên rêxistina terorê êrîş birin li ser leşkeran û pevçûn derket.
Di pevçûnê de leşkerek şehîd ket û 6 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemdînliyê.
Ji ber operasyonê rêya Yuksekova û Şemdînliyê ji çûyîn û hatinê re hat girtin.