ŞANLIÛRFA
Li Akçakaleya Şanliûrfayê di konebajarê penaberên Sûriyî de çalakiya şano û helbestan hat lidarxistin.
Sûriyî ku ji ber şer û pevçûnan ji welatê xwe veqetiyan û xwe spartin Tirkiyê li Tesîsên Suleyman Şaha Akçakaleya nevçeya Şanliûrfayê hatin bicihkirin. Penaberên ku li vê derê bi cih bûne di çerçoveya çalakiya şano û helbestan de li helbestên Tirkî û Erebî guhdar kirin.
Xort û zarokên Sûriyî jî derketin şanogehê û şanoya xwe lîstin. Piştî pêşaneyê, xort û zarokên penaber helbestên bi tirkî û erebî xwendin.
Ji zarokên Sûriyî yên ku li pêşaneyê temaşe dikirin pirsên li gor zarokan hatin pirsîn, yên ku bersivê rast didan diyariyê xwe wergirtin.
Midûrê Qampê û gelek penaberên Sûriyî li van pêşaneyan temaşe kirin.