Li Hekîmhana navçeya Malatyayê mînîbuseke ku kesên ji dewatê vedigeriyan dikişand, welgeriya. Di qezayê de 6 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên nûçegîhanê AAyê bi dest xist, mînîbusa ku plaqaya wê 16 NP 641 û ya ku şofêrê wê Salîh Ferhat bû, li Taxa Yeşîlkaleyê welgeriya.
Di qezayê de şofêr Salîh Ferhat jî di nav de, 6 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekîmhanê û piştî dermankirina wan a ewil ew sewqî Malatyayê kirin.
Hat ragihandin ku rêwiyên mînîbusê li Amasyayê beşdarî dewatekî bûn û ji Amasyayê rê ketin ku biçûna Şanliurfayê.