Orhan Yoldaş
10 Mijdar 2022•Rojanekirin: 15 Mijdar 2022
Li Meletiyê li ciyên bilind berfa salê barî.
Berfa ku li herêma Çiyayê Yamayê ya navçeya Hekimhanê barî, di veguhestinê da bû sedema astengiyan.
Makîneyên kar ên Şaredariya Bajarê Mezin li taxên çolterê xebata verotina berfê û vekirina rêyan da destpêkirin.
Şaredarê Bajarê Mezin Selahattin Gurkan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha ragihand, "Li ciyên bilind ên bajarê me me xebata verotina berfê û vekirina rêyan da destpêkirin. Rebê min zivistaneke bi bereket, bêyî qeza û bela nesîb bike."