Yeter Erdine
08 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2024
Li Meletiyê di qezaya ku otobusa şaredariyê û midîbusa rêwiyan li hev qelibin da li gor tesbîtên ewil 17 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, midîbusa rêwiyan a ku plaqeya wê 44 AED 745 û otobusa şaredariyê ya ku plaqeya wê 44 H 0089 yên ku nasnameya şofêrên wan hê ne diyar e li Kuçeya Milazgirê ya Taxa Hanimçîftlîgî ya li navçeya Battalgaziyê li hev qelibîn.
Di qezayê da 17 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansên Rewşa Acil a 112yê rakirin nexweşxaneyên li bajêr.