09 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2016
MARDÎN
Serokatiya Sererkaniyê da zanîn ku di êrîşa ku mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker îro di saet 13.00an de bi wesayîta bombebarkirî bir ser Fermandariya Qereqolê ya Jendirmeyan a Cevîzlîkê ya Artukluya navçeya Mêrdînê de 2 esker şehîd ketin, yek jê xedar 12 esker birîndar bûn, di heman êrîşê de welatiyeke jin jî mir.
Li Mêrdînê endamên rêxistina terorê bi wesayîteke teqemenîbarkirî ve êrîşî Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Cevîzlîkê kirin, Serokatiya Sererkaniyê diyar kir ku 2 eskerk şehîd ketin, welatiyeke jin mir û yek jê xedar 12 esker jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan li taxa Cevizlika Artukluya navçeya navendî ya Mêrdînê, endamên rêxistina terorê bi wesayîteke teqemenîbarkirî ve êrîşî Fermandariya Qereqola Cendirmeyan kirin.
Piştî teqînê ambûlans ji cihê bûyerê ra hatin sewqkirin.
Birîndar bi embûlansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.