21 Tebax 2016•Rojanekirin: 21 Tebax 2016
MARDİN
Li Mêrdînê li ser rêya navbera Nisêbîn û Midyadê terorîstên PKKê maweyekê rê ji hatûçûnê ra girtin û dûvra reviyan, piştra hêzên ewlekariyê li dijî terorîstan operasyon dest pê kir, di şerê ku derket da leşekerek birîndar bû.
Li gorî agahiyan li serê Avasipî ya di navbera Nisêbîn û Midyadê da komek terorîstên PKKê rê girtin û wesayit sekinandin, kilîtên wan ji wan sitendin û maweyekê propaganda kirin. Rêya ku nêzîka seatekê girtî ma, piştî revîna terorîstan ji cihê bûyerê, rê dîsan ji hatûçûnê ra vebû.
Hêzên ewlekariyê bi mebesta girtina terorîstên reviyayî li quntara çiyayê Bagokê operasyon dest pê kirin, di şerê navbera hêzên ewlekariyê û terorîstan da leşkerek birindar bû.
Leşkerbi mebesta dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Li herêmê operasyon berdewam in.