21 Tebax 2016•Rojanekirin: 21 Tebax 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê teqemeniyên ku terorîstên PKKyî li rê veşartibûn ji aliyê hêzên ewlekariyê va hatin îmhakirin.
Li gorî agahiyan tîmên Qereqola Cendirme ya Îkizceyê di ema kontrola rê da, li rê ya navbera Şirnex û Cizîrê da li dehma gundê Toptepeyê 2 mayinên dijetank û 30 kîlogram teqemeniya bi dest çêkirî yên ku terorîstên PKKyî li rê veşartibûn tesbîtkirin.
Hêzên ewlekariyê rê ji hatûçûnê ra girtin û li derdorê tedbîrê ewlakriyê stendin. Pisporên îmhakirina bombeyan hatin cihê bûyerê û teqemenî neçalak kirin.
Piştî wê xebatê rê dîsan ji hatûçûnê ra vebû.