08 Mijdar 2015•Rojanekirin: 10 Mijdar 2015
SÎÎRT
Li Sêrtê nêzî dibistaneke seretayî cebilxane, teqemenî û çekên ku aîdê endamên PKKya rêxistina terorê hatin qefaltin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan ekîbên Şaxa Têkoşîna Bi Terorêre ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr li ser îxbarekê bin derenceyên nêzî Dibistana Davut Îlbaş kontrol kirin û 5 keleş, 5 bombeyên destan, 5 kîlo teqemeniya C4ê, tup û 152 kîlo jî amonyum nîtrata ku di hundirê çewal û tenekeyên rûn de bû qefaltin.
Walî Mustafa Tutulmaz jî di dema ku amûrên qefaltî li ewlehiyê hatin pêşandin daxuyanî da û ji gelê Sêrtê re spas kir.
Tutulmaz destnîşan kir ku gelê Sêrtê tu demê piştgirî nedaya xebatên rêxistina terorê û wiha pê de çû: "Di qefaltina van amûran de keda gelê me pir zêde ye. Em dizanin ku aramiya bajarê me jî bi şirîkatiya gel û hêzên me yên ewlehiyê mimkun e. Li Sêrtê em vê yekê baş dibînin û ji ber vê jî em ji gelê Sêrtê re spas dikin."