01 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê 2 otomobîl li hev qelibîn û 5 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, otomobîla bi plaqeya 34 KC 5900 ku Faîk Çelik diajot, li rêya navbera Şanliurfa û Surûcê li otomobîla bi plaqeya 33 KKZ 40 ku Ferhat Kayayî diajot qelibî.

Di qezayê da herdu ajovan û 3 kesên din ê di nava otomobîlan da birîndar bûn.
Tîmên 112ê yên servîsa acîl her 5 birîndar rakirin Nexweşxaneyên cûrbicûrên Şanliurfayê.