Türkan Tosun
26 Gulan 2019•Rojanekirin: 27 Gulan 2019
Li Wêranşehira navçeya Şanliurfayê di navbera du malbatan da şer derket, 8 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan li taxa Yukari Koçanlarê di navbera du malbatan da niqaş çêbû, niqaşa wan a devkî mezin bû û şer derket.
Di şerê wan da ji herdu malbatan 8 kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin li nexweşxaneyên Wêranşehir û Şanliurfayê.
Cendirmeyan 17 kesên bi hev ra şerkirin binçav kirin, li dora qada ku şer lê çêbû û nexweşxaneyê tevdîrên ewlehiyê dîtin.