18 Mijdar 2015•Rojanekirin: 18 Mijdar 2015
PARÎS
Polêsên Fransa li operasyonên Seine-Saint-Denisê ku yek ji banliyoyên bakurê paytextê wî welatî ye berdewam e.
Ew operasyona ku danê sibê li dijî wan kesên têkildarî êrîşên Parîsê dest pê kiriye li dijî gumanbarekî bi navê Abdelhamid Abaaoud tên lidarxistin.
Li gorî çavkaniyeke polêsan ku agahî daye kanala televizyona BFMê, ekîbên têkoşîna dijî terorê ji bo girtina 2 kesên ku beşdarî êrîşên Parîsê bûne û Abdelhamid Abaaoudê ku fermana êrîşê daye, operasyon didome.
Hat destnîşankirin ku ji cihê operasyonê dengê teqîna çekan tê û 2 polês jî birîndar bûne.
Taxa ku polês tê da operasyonê li dar dixe dora wê hatiye şerîtkirin û daxwaz ji xelkê taxê tê kirin ku dernekevin derva.
Li Parîsa paytextê Fransayê di 13ê mijdarê da, di 6 cihên cuda de bi dû hevdu, êrîşên terorîstî hatibûn lidarxistin û di encamê da 129 kes hatibûn kuştin û 352 kes jî birîndar bibûn.
Du terorîstên piştî wan êrîşên ku DAEŞa rêxistina terorîst girte sitûyê xwe, reviyabûn polês li wan digerin.