Li Fatîhê şofêrekî texsiyê bi destê kesekî ji Gurcistanê hat kuştin.
Li gor agahiyan şofêrê texsiyê Bekir Dîl (46) li nêzî rawestgeha tramvayê ya Pazartekkeyê bi destê kesê ku li texsiyê siwar bû û xwest wî bişêlîne, hat kêrkirin. Dîl ji qelbê xwe derbeya kêrê xwar û birîndar bû.
Li ser hewarê tîmên tenduristiyê hatin ciyê bûyerê û Dîl rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekiyê. Digel midaxeleyan Dîl li nexweşxaneyê mir. Kesê ji Gurcistanê ku tê îdiakirin Dîl kêr kir bi destê polêsan hat qefaltin û ew birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Fatîhê.