Li gor agahiyan li Hevraza Kazanciyê di avahiyekî de ji ber sedemeke nediyar teqîn çêbû. Piştî teqînê tîmên agirkuj û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Hin kesên ku di bûyerê de birîndar bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li der û dorê, hin birîndar jî li cihê bûyerê hatin dermankirin.
Di avahiya ku tê de teqîn çêbû de û yên li der û dorê xisar çêbûn.
Polês li cihê bûyerê xebatên ewlekariyê didomîne.
Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu diyar kir ku li Hevraza Kazanciyê di qata binê ya avahiyekî de teqînek çêbû û wiha got: "Li gor rewşa ewil teqîn ji ber gaza sirûştî û tûpê çêbûye."