18 Nîsan 2016•Rojanekirin: 18 Nîsan 2016
VAN
Li Wanê tirimbêla qaçaxçiyê ku hewl da ji polês bireve û ket şerîdê çep li wesayita ku ji rex wî va dihat qelibî û di qezayê da 3 kesên di wesayîtê da bûn, mirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, Ekîbên Şaxa Têkoşîna Bi Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ra li ser îxbara ku "Emrah Dogal qaçaxçîtiyê dike" dan pey tirimbêla Emrah Dogal a bi plakaya 65 EK 420an.
Dogal li nêzî Kûrûbaşê lê hay bû ku polês li dû wî ne û ji bo ji polêsan bireve ket şerîdê çep. Dogal di şerîdê çep da li wesayita bi plakaya 07 EZG 017an a ku ji hember va dihat qelibî. Ferît Beyaz, Remzî Bozkûrt û Fatîh Çîftçiyê di wesayitê da li cihê bûyerê mirin.
Dogalê ku di qezayê da birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê.
Di wesayitê da hejmareke zêde cixareyên qaçax hatin desteserkirin.