Li Çamlihemşîna navçeya Rîzeyê li zozana Ayderê ya navenda turîzmê û navdar berfa ewil ya salê barî.
Li cihên bilind yên navçeyê du roj e bi navber berf dibare û îro jî li zozana Ayderê qedera 10 santêmî berf ket.
Serokê Komela Turîzmê ya Ayderê Omer Altun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo welatiyên Ayderê barîna berfê balkêş bû.
Altun diyar kir ku turîsten ji bo betlaneya qurbanê hatibûn Zozana Ayderê şeveqê bi berfê re hişyar bûn û got, "Zozana Ayderê xwediyê tabîeteke bêhempa ye û di salê de 12 mehan xizmetê dide turîstan. Li Ayderê pelên daran teze hişk dibin û bi ketina berfê re ser tabîetê çîl sipî bû û bedewiya herêmê zêde bû. Yên ku ji bo betlaneya îda qurbanê hatine Zozana Ayderê payîz û zivistan bi hev re dîtin. Bedewiyên bêhempa yên wiha li dinyayê zêde nayên dîtin. Em gazî her kesî dikin ku werin vira."