22 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2015
IGDIR
Li Îdirê qeza çêbû û di qezayê da 8 kes birîndar bûn.
Wesaîta bi plaqeya 76 T 0151 ku Kurban Akar diajot û ji Bazîdê dihat, derbasî şerîda din bû û bi mînîbusa bi plaqeya 04 D 3654 ku Mehmet Nurî Sari diajot ra li hev qelibî.
Di qezayê da mînîbus qelibî û şofêrê wesaîtê û Huseyîn Arguz û Volkan Şahînê ku di wesaîtê da asê man bi destê tîmên AFAD û agirkujiyê hatin xilaskirin.
Şofêrê wesaîtê, Arguz û Şahîn û rêwiyên mînîbusê Muhlîs Polat, Abdulkadîr Işik, Ahmet Gokçe, Kerem Mengeş û Ahmet Şah Tarhanê ku birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.
Hat destnîşankirin ku rewşa Tarhan giran e.