Nihat Kavşut
01 Gulan 2019•Rojanekirin: 02 Gulan 2019
Midîbusa karkerên ji bona beşdarî pîrozbahiya Roja Piştevanî û Kedê ya 1ê Gulanê bibin ji Elbistana navçeya Meraşê diçûn Şanliurfayê qelibî û gorî agahiyên ewil 5 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.
Midîbusa karkeran ya bi plaqeya 46 VK 309 ku ji bona beşdarî pîrozbahiya Hak-Îş û Memur-Senê ya Roja Piştevanî û Kedê ya 1ê Gulanê bibin ji Elbistana navçeya Meraşê diçûn Şanliurfayê li ser rêya Birecik-Sirûcê bi otomobîla bi plaqeya 45 HS 042 ra li hev ket û qelibî.
Li gorî agahiyên ewil di qezayê da 5 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.
Ekîbên çûn ciyê qezayê kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li derdorê.
Bernameya 1ê Gulanê ya bi destê Hak-Îş û Memur-Senê li Şanliurfayê dihat lidarxistin ji ber koma ji bona pîrozbahiyê ji Meraşê diçû Şanliurfayê qeza kir di nîvî da hat betalkirin.