Ahmet Esad Şani
04 Îlon 2022•Rojanekirin: 05 Îlon 2022
Avakerê Civaka Muzîka Tirkan a Dîrokî ya Stenbolê ya Wezareta Çand û Turîzmê mitesawif, muzîkjen û nivîskar Omer Tugrul Înançer wefat kir
Înançerê 76 salî yê ku demek berê emeliyat bûbû serê sibê li mala xwe ya Stenbolê wefat kir.
Ji alema siyaset, edebiyat û fikrê gelek kesan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî peyamên sersaxiyê belav kirin.
Înançer bi pirtûk û axaftinên xwe yên der barê musîkî û dînî va dihat naskirin.
Cinazê Înançer sibê piştî nimêja esrê ya ku wê li Mizgefta Fatîhê bê kirin wê bê definkirin.
Serokomar Erdogan seba Omer Tugrul Înançer peyama sersaxiyê weşand
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo mitesewuf, muzîkjen û nivîskar Omer Tugrul Înançerê ku wefat kir, peyama serxweşiyê weşand.
Serokomar Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Ez ji ber wefata mitesewuf û merivê dilovan Omer Tugrul Înançerê bi qîmet pir li ber xwe ketim. Xwedê rehma xwe li birêz Înançer bike, Xwedê sebrê bide malbata wî û hemû hezjêkerên wî. Cihê wî bihuşt be."