İbrahim Atmaca
21 Îlon 2020•Rojanekirin: 21 Îlon 2020
Parêzerê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derheqê berpirsên rojnameya "Dimokratia" a Yewnan da ku derheqê Erdogan da manşeteke heqaretê avêtibû, gilîdar bû ku doza qamûyê li berpirsiyaran vebe.
Huseyîn Aydinê parêzerê Erdogan daxwaznameya gilîdariyê da Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. Di daxwaznameyê da Manolis Kotakisê xwediyê berhemê, Midûrên Karên Nivîsê Andreas Kapsampelis û Yorgos Giatroudakis û Gerînendeyê Weşanê Dimitris Rizoulis weke "gumanbar" hatin nîşandan.
Di daxwaznameyê da hat gotin ku di nusxeya 18ê îlona 2020î da wêneya Serokomar Erdogan wek manşet hat dayîn û bi Tirkî û Îngilizî gotinên heqaretê hatin gotin û ji nûçeya ku di rojnameyê da hat weşandin, hin beş hatin neqilkirin.
Di daxwaznameyê da bal hat kişandin, di sûcên heqaretê yên dijî Serokomar ên ku li derva tên kirin da miqamên edlî yên Tirk wezîfedar û rayedar in.
Di daxwaznameyê da hat gotin ku di rojanmeyê da rûmet, şeref û rêzdariya Serokomar Erdogan hatiye rencîdekirin, kesayetî, rêzdarî û îtibara Erdogan hedef hatiye girtin, bi vî hawî li hemberî Serokomar sûcê heqaretê hatiye kirin û daxwaz hat kirin ku derbarê berpirsiyaran da doza qamûyê were vekirin.