Türkan Tosun
18 Gulan 2017•Rojanekirin: 18 Gulan 2017
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de ji bo 25 kesên ku "ByLock" xebitandine û jê 22 parêzer, 3 jî xebatkarên Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ne biryar da ku bên binçavkirin.
Tîmên Midûriyeta Şaxa Organîze ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê di operasyonê de 13 kes binçav kirin û birin ewlehiyê ku îfadeya wan bê hildan.
Hat ragihandin ku xebatên ji bo binçavkirina şikbarên din dewam dike.