Di rapora komîteyê de hat diayrkirin ku şert û mercên fizîkî yên girtîgeha ku bi Ocalan re 6 mehkûmên din jî li wir dimînin, baş e.
Di raporê de hat diyarkirin ku tu gilî der barê êşkenceya li ser mehkûman de nehatiye û dan zanîn ku bereksê vê yekê mehkûman gotine ku xebatkarên girtîgehê ji wan re baş tevdigerin.
Di raporê de gotin ku berê hin tewsiye dan û li gor van tewsiyayan televizyon dane Ocalan, ji ber vê yekê kêfxweş in.
Di rapora komîteyê de da zanîn ku saetên hewa girtina mehkûman hem hundirê hefteyê hem jî dawiya hefteyê derxistine du qatî (rojê du caran, du saet), ji ber vê yekê kêfxweş in. Di raporê de hat diyarkirin ku mehkûmên ji bilî Ocalan ji hewagirtina bi qasî 4 saetan sûd werdigirin.
Di raporê de dan zanîn ku cezayên disîplînê yên ku îdareya girtîgehê dide Ocalan, êdî xilas bûne û diyar kirin ku digel vê yekê Ocalan hê jî rojê du caran bi qasê saetekê ji bo hewa girtinê derdikeve derve. Hat tewsiyekirin ku ev mawe divê wekî yê mehkûmên din rojê bibe 2 car û du saet.
Di raporê de hat diyarkirin ku mehkûm li derveyî hucreyan dikarin hevdîtinan bikin û faliyetên bedenî bikin, ji ber vê yekê kêfxweş in. Hat xwestin ku mehkûmên ku trasnferî Îmraliyê bûn di hewagirtinê de bêtir bikarin bên bal hev, cihê ku ji bo faliyetên bedenê veqetandine dikarin ji bo hevdîtinan bi kar bînin.
Di raporê de hat xwestin ku dema Ocalan ji bo faliyetên bedenê derdixînin derve, bila ew jî bikaribe bi mehkûmên din re bê bal hev.
Di raporê de li ser hevdîtinên mehkûman yên bi parêzerên xwe re jî sekinîn û ji hikûmeta tirkan xwestin dema ku mehkûmên li Îmraliyê bixwazin bila bikaribin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û tevdîrên ku hewce dike demildest bê girtin.
Di raporê de li ser awayê hevdîtina mehkûman yên bi xizmên wan re jî sekinîn û gotin ku ji verastkirinên di vî warî de kêfxweş in. Hat ragihandin ji bo ku ev hevdîtin bi qasî saetekê berdewam bike ji rayedaran dixwazin ku teyîd bikin.
Di raporê de dan zanîn ku mehkûm du heftan carekê dikarin ku 10 deqîqeyan bi telefonê biaxivin û hat tewsiyekirin ku vê derfetê bidin Ocalan jî.
Di raporê de gotin ku tewsiye kiribûn ku xizmetên tenduristiyê yên li Îmraliyê bila baştir bikin, başkirina xizmetên tenduristiyê yên di çarçoveya vê tewsiyeyê de bû sedemê kêfxweşiyê. Hat xwestin ku ji bo disîplinê ji 14 rojan zêdetir cezaya tecrîtê nedin mehkûman.
Komîteya ku ji pisporên serbixwe pêk tê bêyî ku xeberê bide dikare qereqol û girtîgehên welatên endam teftîş bike. Raporên der barê ziyeratan de pişt re radigihînin komîteya wezîran a ku merciya biryarê ye.