Nihat Kavşut
04 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2019
Dadgeha Cezayê Giran ya 26emîn ya Stenbolê piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku Sirri Sureyya Onderê Parlamenterê HDPyê yê Enqereyê yê berê bê texliyekirin.
Sirri Sureyya Onderê li Dadgeha Cezayê Giran ya 26emîn ya Stenbolê ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" 3 sal û 6 meh cezayê hepsê xwaribû li Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana şexsî kir.
Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn duh serlêdan nirxand û der barê Sirri Sureyya Onderê ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" ceza xwaribû da biryara xwe eşkere kir ku "heqê azadiya îfadeyê hatiye binpêkirin".
Dadgeha Destûra Bingehîn biryarê ji bona cardin bê darizandin û binpêkirin ji holê bê rakirin ji dadgeha herêmî ra şand.
Dadgeha Cezayê Giran ya 26emîn ya Stenbolê piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku Sirri Sureyya Onderê Parlamenterê HDPyê yê Enqereyê yê berê bê texliyekirin.
Sirri Sureyya Onderê Parlamenterê HDPyê yê Enqereyê yê berê piştî ku cezayê wî yên 3 sal û 6 meh eşkere bûbû di Kanûna 2018an da teslimî Girtîgeha Kandirayê bûbû.