Nihat Kavşut
04 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir Yekîtiya Ewropayê (YE) di mijara koçê da dixwaze bi Tirkiyeyê ra hevkariyeke baş çêke û got ku lê divê li ser soza xwe jî bisekine.
Çavuşoglu bi Dimitrîs Avramopulosê Endamê Berpirsê Welatîbûn, Karên Navxweyî û Koçê yê YEyê, Horst Seehoferê Wezîrê Karên Navxweyî yê Almanyayê û Charles Friesê Balyozê Enqereyê yê Fransayê ku Christophe Castanerê Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê temsîl kir ra di taştê da hat bal hev.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu piştî hevdîtinê daxuyanî da û destnîşan kir mijara koçberan û têkiliyên Tirkiye û YEyê gotûbêj kirine.
Çavuşoglu di mijara koçê da der barê helwesta NYyê da wiha got: "Me dît ku dixwaze bi Tirkiyeyê ra hevkariyeke baş çêke, lê divê li ser soza xwe jî bisekine."