Ekip
27 Adar 2025•Rojanekirin: 28 Adar 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "2,3 û 4 nîsanê dê xebatkarên me yên kamuyê bi îzna îdarî bên hesibandin. Bi vî awayeî gelê me dê di eydê da bi tevahî 9 rojan bikare tetîlê bike."
Serokomar Erdogan li Hêwana Pêşangehê ya Gel a Beştepeyê beşdarî Bernameya Fitarê ya bi Kedkaran ra bû.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got ku bila Eyda Remezanê ya yekşema pêşiya me dê bê bimbarek be.
Serokomar Erdogan piştî ku axaftina xwe ya di bernameyê da temam kir diyar kir dixwaze ku mizgîniyekî parve bike û axaftina xwe wiha domand:
"Wekî hûn jî dizanin hefteya pêşiya me hemû dibistanên me dê bikevin tetîla navberê ya duyemîn. Rojên tetîlê yên duşem û sêşemê di heman demê da rastî roja duyem û sêyem ya tetîla Eyda Remezanê tê. Em dixwazin ku malbatên me bila têra dilê xwe bi malbatên xwe ra, zarokên xwe ra bi aramî eyda xwe îdrak bikin. Bi vê armancê ji bo xebatkarên me yên kamuyê rojên 2yê nîsanê çarşem, 3yê nîsanê pênçşem û 4ê nîsanê roja înê dê bi îzna îdarî bên hesibandin. Bi vî awayî dê derfeta gelê me çêbe ku bikaribe tetîleke 9 rojî bike. Bila bi xêr be. Ez ji dil û can hêvî dikim ku Eyda Remezanê bibe wesîleya xxurtbûna yekîtî, bihevrabûn û biratiya me. Ez ji ber ku we teşrîfê sifreya me ya fitarê kir spasiya we hemûyan dikim. Ez Şeva we ya Qedrê û Eyda we ya Remezanê pîroz dikim."