04 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê de, li Hekarî, Şirnex, Diyarbekir, Bîngol, Tûncelî, Mûş û Agiriyê hefteya borî 94 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor agahiya ku TSKyê belav kir, operasyonên ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê dijî terorîstan hatin destpêkirin dewam dikin.
Di operasyonên hefteya borî de, li Guven û Çiyayê Hîsara ser Çukûrcaya navçeya Hekariyê, li Derecîka ser navçeya Şemdînliyê, li herêma Bestler-Dereler û Çiyayê Cûdiya ser Şirnexê tevî navçeya Beytuşebabê, li Mûş, li Licêya navçeya Diyarbekirê, li Hozata ser Tûnceliyê, li Ovacikê, li Hîzana navçeya Bitlîs û Bazîda navçeya Agiriyê 94 terorîst hatin kuştin.
Terorîstê qaşo berpirsê duyemîn ê qada navîn ê ku navê wî di listeya "şîn" de ye û terorîstê qaşo berpirsê eyaleta Mêrdînê yê navê wî di lîsteya "gewr" de ye jî di nav terorîstên ku hatin berterefkirin de ne.
Di çarçoveya operasyonê de 45 teqemenî, roketavêjek, 2 tifingên nîşangiran, 44 tifingên piyadeyan, qasî 3 tonî amonyum nîtrat, gelek teqemeniyên ji hev du cuda tevî kablo û funyeyên ku di amadekirina teqemeniyê de têne bikaranîn hatin desteserkirin.
Li Dogancaya mezraya ser gundê Ordekliyê ya girêdayî Hekariyê wesayita bombebarkirî hat îmhekirin.
- 53 stargeh û embar hatin îmhekirin
Di çarçoveya operasyonan de li Şemdînliya navçeya Hekariyê şikeftek û 3 stargeh, her yek li Hozata Tûnceliyê û Ercîşa Wanê 1, li Licê û Pasûra navçeya Diyarbekirê 5, li Yayldereya Bîngolê 6, li herêma gundê Ortaçanakê 6 û li Sarîqamişa navçeya Qersê 2 stargeh, li Kigiyê 23 stargeh, û 2 embar, li Şirnex û Sêrtê şikeftek û li herêma Çiyayê Konyaalti Gîrevîta Antalyayê stargehek bi tevahî 53 stargeh û embar hatin îmhekirin.
Di operasyonan de 6 esker şehîd ketin, 4 esker jî birîndar bûn.