04 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2016
KAYSERÎ
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Qeyseriyê beşdarî merasima vekirina Pirtûkxane û Muzeya Abdullah Gul a ku di nav sînorên Zanîngeha Abdullah Gul de ye bû.
Yildirim ji ber ku beşdarî vê merasimê bûye kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku AK Partî ji bo ku Tirkiye pêşva here her tim dixebite.
"AK Partî tevgereke wefayê ye"
Serokwezîr Yildirim wiha axivî: "Xizmeta bênavber, hişmendiya her tim xizmetkirinê di AK Partiyê ya ku ez jî endamê wê me û ji ber vê serfiraz im de jî heye. Va ye birêz Serokomarê me, lîderê me Recep Tayyîp Erdogan li vê derê ye, va ye Birêz Abdullah Gul li vê derê ye, hemû hevalên me li vir in. Li Kayseriyê ne, kesên ku hereketa AK Partiyê dan destpêkirin. Em hemû bi hev ra ne, weke roja destpêkê."
Yildirim got ku Serokomar Erdogan timî dibêje "AK Partî hereketeke wefayê ye." û wiha dewam kir: "Vaye ev tablo careke din vê gotinê piştrast dike. Hemd ji Xwedê ra, Xwedê yekîtî, pêkvabûn û biratiya me daîm bike."
Serokwezîr Yildirim got ku muze di heman demê da muzeya dîroka siyasî ya Tirkiyeyê ye jî.
Yildirim da zanîn ku li muzeyê dîroka siyasî ya Tirkiyê ya di navbera salên 1950-1914an da bi şêweyeke herî baş tê vegotin û wiha xeberda, "Giringiya vê ev e, em ew siberoj in ku rabirdoya wê heye. Me zêdetir pêwîstî bi berhemên bi vî rengî hene da ku bûyerên şêrîn û tahl ên berê bîne bîra ciwanên me, nifşên me yên siberojê."
"15ê Tîrmehê mezintirîn destana qehremaniyê ya dîroka me ya nêzîk e"
Serokwezîr Yildirim axaftina xwe wiha bidawî kir, "15ê Tîrmehê mezintirîn destana qehremaniyê ya dîroka me ya nêzîk e. Miletê ezîz ê tirk li hemberî top, tifing û çekê bi qeweta îmana xwe, bi hezkirina welatê xwe, bi hezkirina alaya xwe daket qadan ku dinya vê rewşê bi dijwarî îdraq dike û derbe li derbekaran daye. Ev bûyer evqas eşkere û zelal e. Bi vê wesîleyê va ez welatiyên me yên şehîd ra rehmetê û ji xaziyên me ra jî xweşiyê dixwazim."