ŞANLIURFA
Waliyê Şanliûrfayê Celalettîn Guvenç ji wazîfeya xwe îstifa kir û diyar kir ku ji AK Partiyê bernamzetê şaredariya Şanliûrfayê ye.
Guvenç daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û dest nîşan kir ku ji Şanliûrfayê bernamzetê şaredariyê ye û wiha dewam kir: "Ez du sale ku li vê derê dixebitim. Piştî hin hevdîtinan, min ev biryar da û ji wazîfeya xwe ya walîtiyê îstifa kir. Ez ê ji AK Partiyê bo bernamzetê şaredariya Şanliûrfayê roja duşemê serlêdanê bikim. Bi xêr be. Di be ku namzetê Şanliûrfayê roja sêşemê bê eşkere kirin."
-Komeke Şanliûrfayî meşiyan
Komeke Şanliûrfayî ku di nav wan de jin jî hebûn li Qada Topçûyê kom bûn û diyar kirin ku namzetekî Şanliûrfayî dixwazin. Ji komê di destê hin kesan de pankartên li ser "Şanliûrfayî xûlamê bavê tu kesî nînin, Bila Ûrfayiyan, Ûrfayiyek bi rêve bibe" nivîsandibû, hebûn. Komê pesnê Şaredarê Şanliûrfayê Ahmet Eşref Fakibaba da. Li ser navê komê Kemal Çepîk daxûyanî da û diyar kir ku dixwazin Fakibaba bila dîsa wek namzet bê nîşandan, lewra şaredarekî ji derve naxwazin.