Gökçe Karaköse
06 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2025
Walîtiya Stenbolê, ji barana gur a ku tê çaverêkirin sibe li bajêr bibare, bi koda zer hişyariya meteorolojîk da.
Di daxuyaniya Walîtiyê ya li ser hesabê NSosyal da, hat diyarkirin ku li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ji bo Stenbolê hişyariya bi koda zer hatiye dayîn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Li gorî nirxandinên dawîn ên Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê, tê çaverêkirin 7ê Kanûna Pêşîn Roja Yekşemê barana gur bibare. Divê welatî li hember rewşên neyînî yên ji ber barana zêde, wekî lehiyê û astengiyên di veguhastinê da, baldar û hişyar bin."