Ferizat Kaya
2017 ж. 11 мамыр•Rojanekirin: 2017 ж. 16 мамыр
ANKARA
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku ji bo bagera xweliyê ya li Gazîentab, Kilîs, Şanliûrfa û Mêrdînê bira welatî hişyar bin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî tê texmînkirin ku li bajarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji serê sibê heta saet 18.00an bagera xweliyê dê rabe.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku li bajarê Gazîentab, Kilîs, Şanliûrfa û Merdînê ji ber bagera xweliyê dê qelîteya hewayê kêm bibe û mesafeya dîtinê wê dakeve. Divê welatî baldar bin.