12 Mijdar 2015•Rojanekirin: 14 Mijdar 2015
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf zêde dibare û serma heye. Ji ber berfê rêya 290 gundan hat girtin. Li Îspira navçeya Erziromê bekçiyek li çiyê asê ma.
Li gor agahiya Navenda Hişyarî û Texmînê ya Meteorolojiyê hewa di bin tesîra hulmegura nizm de ye. Hewa ewrawî ye, car caran wê baran bibare. Tê texmînkirin ku li Erzincan û Îdirê baran, li bajarên din jî wê berfê bibare. Ji bilî vê tê texmînkirin ku car caran ji rovavayê başûr jî wê bayê bê.
Bi şev germahiya hewayê li Erzincanê 6, li Îdirê 4, li Agiriyê 2, li Erziromê pileyek, li Qersê di bin sifirê de pileyek, li Erdexanê jî di bin sifirê de 2 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê wê bi roj herî zêde li Îdirê 14 pile, li Erzincanê 11 pile, li Agiriyê 8 pile, li Erzirom û Qersê 7 pile, li Erdexanê jî 4 pile be.
Qalindahiya berfê li navenda Erziromê santêmek, li Erdexanê 15 santêm, li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeya Sariqamişê 15 santêm, li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê 20 santêm, li Navenda Xweşiqitandinê ya Qonaxliyê jî 22 santêm e.
Rayedaran hişyarî da welatiyan ku bila serê sibê û şev ji ber qeşa, mij û dûmanê baldar bin.
- Rêya 290 gundan hat girtin
Herêmê ji ber berfê li Erziromê rêya 173 gundan, li Erdexanê rêya 117 gundan bi giştî rêya 290 gundan hat girtin.
Xebatkarên şaredariyê û rêbejayê jî berfa li ser rêya gundan û kuçeyan paqij dikin ku rê bên vekirin.
Li Îspira navçeya Erziromê komek karkerên ku di navbera herêma çiyayî û daristanê de hewl didan xeta vejenê neqil bikin ji ber berfê li wir asê man. Xebatkarên şirketa ku karker ji bo wan dixebitîn hatin û karker xilas kirin. Lê bekçiyek li çiya asê ma û hê jî negihîştine bekçî.
Tîmên Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê ya Bajêr a Erziromê û tîmên Şaredariya Mezin ji bo ku bekçî bê xilaskirin dixebitin.