Ahmet Aydın
14 Adar 2019•Rojanekirin: 15 Adar 2019
Serokê Komara Tirkiyeyê û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di weşana hevpar a Haberturk TV, Show TV û Bloomber HTê de beşdarî bernameya "Bi Serokomar re Taybet" bû û bersiva pirsên Veyis Ateş û Ece Uner da.
Serokomar Erdogan atmosfera hilbijartinê nirxand û got, "Li meydanan ez teweccuha gelê xwe gelekî bi başî dibînim."
- Li 3 wîlayetên mezin mitînga hevpar
Erdogan derbarê mitîngên hevbeş ên Îttîfaqa Cumhûr de wiha got, "Emê mitîngên Enqere, Stenbolê û Îzmîrê li dar bixin, digel Cenabê Bahçelî weke herdu serên Îttifaqa Cumhûrê emê pêkve bin."
- Pergala Serokomariyê
Recep Tayyîp Erdogan got, "Gazî Mustafa Kemal, bi pergala serokayetiyê rêveberî kiriye lêbelê kes vê nayine ziman."
- Dijeterorî
Serokomar Erdogan di bersva pirsa tayînkirina qeyyûman de got, "Bi qeyyûman li wan deran veberhênanên gelekî baş hatine kirin, pereyên ku me dan, neçûne Qendîlê."
- "Akşenerê xeletiyeke mezin kir"
Erdogan behsa axaftina Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê ya di mitînga li Denizliyê de kir û wiha got, "Min ji bo dengdêrên ti partiyeke negotiye 'terorîst'. Ez hewqasî ne ecemiyê siyasetê me. (Akşenerê) Li Denizliyê xeletiyeke mezin kir. 'Denizliyiyên ku Serokomar ji wan re dibêje terorîst...' Erdogan tehemmula tiştekî wisa nake."