ÎSTANBÛL
14 rojnamevanên ku endamê Sendîkaya Rojnamevanên Morîtanyayê ne dê beşdarî semînerên Servîsa Nûçeyên Afrîkayê û Rojhilata Navîn yê Anadolu Agencyê bibin.
Lijneya Rojnamevanên Morîtanyayî ku bi piştgiriya Ajansa Ahengî û Hevkariya Tirk (TÎKA) ve li Tirkiyeyê ne, di navbera 11-15ê kanûna pêşîn de, li Miduriyeta Herêma Îstanbûlê ya Anadolu Agencyê (AA) dê beşdarî semînerên perwerdehiyê bibin.
Semînerên ku ji agahiyên teorîk û pratîk pêk tên dê bi rojnamevanan re bên parve kirin. Rêgezên AAyê yên weşanê di bin ronahî û pêşveçûna teknolojiyê ve dê ji rojnamevanan re bê pêşkeş kirin. Rojnamevanên Morîtanyayî derbarê kampanyayên derewîn ên ku AA ji bo rojnamevantiya rast li hemberî wan sekiniye jî dê hîn bibin. Serkeftina ku AAyê di deh salên dawîn de li Tirkiyeyê nîşan da, medyaya navneteweyî û gelek mijarên din jî dê di semîneran de cih bigrin.
Gerînendeyê Weşana Giştî û Alîkarê Midurê Giştî yê AAyê Omer Ekşî, Rêvebirê Teknolojiyên Agahiyê Yakûp Şivka û Koordînatorê Nûçeyên Erebî Tûran Kişlakçi jî di semîneran de bi rojnamevanan re dê agahiyan parve bikin. Lijneya Rojnamevanên Morîtanyayî li Tirkiyeyê dê biçin serdana hin saziyên medyayê jî.
Semînerên perwerdehiyê di bin rêveberiya Akademiya Nûçeyan de dê bê kirin. Perwerdehî piştî ku bi dawî bû rojnamevanên Morîtanyayî sertîfîkaya ku beşdarî van semîneran bûne jî dê bistînin.