Ajansa Anadoluyê (AA) ji bo armanca xwe ya ku di nav 5 ajansên cihanê de cih bigire beşa kurdî jî xist nav zimanên xwe yên weşanê. Ev xebat di beşa kurdî de bi pastebirînê hat pîrozkirin.
Serokê Giştî Kemal Ozturk pasteyê bi xwe birî û îkramê xebatkarên Beşa Nûçeyên Kurdî û yên din kir.
Ozturk diyar kir ku Ajansa Anadoluyê li gor armanc û vîzyona salvegera xwe ya 100emîn dixwaze bi 11 zimanan weşanê bike. Di 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de yanî di rojeke wiha taybet de dest bi weşana kurdî kirin, nîşan dide ku ew gavek dîsa nêzîkî armanca xwe bûne.
Ozturk dest nîşan kir ku ji bo weşana kurdî rexneyên gelek baş hatine kirin û wiha got: "Bi taybetî saziyên medyayê yên li bakurê Iraqê eleqeyeke mezin nîşanî me didin. Em dixwazin ku di nûçeyên kurdî de jî wek nûçeyên xwe yên boşnaqî yên li herêma Balqanan bi ser bikevin. Hewcedarî bi vê heye. Em ajansa tekane ne ku bi zimanî kurmancî û soranî weşanê dikin. Ez ji xebatkarên beşa nûçeyên kurdî re serkeftinê dixwazim."