İbrahim Atmaca
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
NEW YORK
Di borseya New Yorkê da hîseyên Appleyê duh herî dawîn bi 190,29 dolarî bûn, îro ji sedî 5,1 zêde bû û li gor saeta Tirkiyeyê 17.37an da derket 200 dolarî û di dîroka şirketê da derket asta herî zêde.
Di piyaseyê da qîmeta şirketê jî bû 981 milyar dolar. Qîmeta piyaseyê ya Appleyê nêzî trilyonekê bû û heke derkeve vê astê wê di dîrokê da bibe şirketa ewil a ku digihêje vê astê.
Appleyê duh daxuyanî dabû û gotibû ku di heyama nîsan û hezîrana îsal da dahata wê li gor heman mehên par ji sedî 17,3 zêde bû û derket 53,26 milyar dolarî, kara wê ya safî jî ji sedî 32,1 zêde bû û derket 11,52 milyar dolarî.