Önder Beyter
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
ANKARA
Bermîla nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 72,84 dolarî tê firotin.
Bermîla nefta brent ku duh bi 74,04 dolarî dest bi rojê kiribû, di nava rojê da derketibû 74,09 dolarî. Bermîla nefta brent îro serê sibê jî bi 72,45 dolarî va dest bi rojê kir û ji saet 09.34an pê va ji sedî 0,5 rabû û bû 72,84 dolarî. Di heman demê da bermîla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) bi 67,86 dolarî hat firotin.
Rêveberiya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê (EIA) duh ragihand ku stoqên nefta xam a bazirganiyê yên li vî welatî, hefteya çûyî 3,8 milyon warêl (ji sedî 0,9) zêde bû û derket 408,7 milyon warêlî. Vê yekê jî kir ku bihayê neftê li gorî duh nêzîkî 1,5 dolar bişikê.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 72,74 û 72,93 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 72,36 û 72,55 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.