İbrahim Atmaca
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 03 Tebax 2018
MARDÎN
Mêrdîna "bajarê xweşbîniyê" di 8 mehan da ji aliyê milyonek û 300 hezar tûrîstî va hat ziyaretkirin û vî bajarî di tûrîzmê da rekor dît.
Mêrdîna bajarê tûrîstîk bi mizgeft, medrese, dêr, kuçeyên teng û malên xwe yên ku kevir va di salên dawîn da ber bi navenda cazîbeyê va diçe.

Li bajêrê ku çandên cuda, ziman û dînên cuda di nav xweşbîniyê da wek bira bi hev ra dijîn, îsal di nav 8 mehan da nêzî milyonek û 300 tûrîst xwedî kirin.
Bi hatina hizûrê ra li gor par hejmara ziyaretvanan ji sedî 400 zêde bû û tê payîn ku heta dawiya salê hejmara tûrîstan derkeve 2 milyonî. Tê hedefkirin ku Mêrdîn di sala 2023yan da 5 milyon tûrîstan têxe mêvan.

Waliyê Mêrdînê û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Mustafa Yaman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi hizûra ku li herêmê çêbû va him li welêt him li herêmê pêşî li ber tûrîzmê vebû.
Yaman got, "Mêrdîn vê gavê ji aliyê tûrîzmê va gelek pêş ket. Piştî hizûra du salan di sala dawîn da mêvan ji sedî 400 zêde bûn. Sala 2014an reqama herî zêde ya Mêrdînê ye. Em îsal 4 qatê 2014an mêvanan qebûl dikin."
Midûrê Çand û Tûrîzma Bajêr Alaaddîn Aydin jî got ku Mêrdîn îsal di tûrîzmê da sala xwe ya zêrîn derbas dike.
Aydin wiha got, "Li Mêrdînê tûrîzm gelek pêş dikeve. Ji bo mehên 9, 10 û 11an rezervasyonên otêlan ji niha da tije bûn."

Esnaf Funda Aksanê jî got ku du salên dawîn in ku di tûrîzmê da pêşketin heye.
Aksanê diyar kir ku ew wek esnafan ji hatina tûrîstan kêfxweş dibin, Mêrdîn bi serê xwe bajarekî çand û tûrîzmê ye.
Aksanê got ku ew her kes dewetî Mêrdînê dikin.