Serokê Şaredariya Gevaşê Nazmî Sezer dest xebatan kir ku fistiqên li gundê Gorûndûyê bikin marqe.
Li gundê Gorûndûyê ya ku 20 kîlometreyî dûrî navçeyê ye di hin eraziyan de xwe bi xwe darên fistiqan hêşîn dibin. Ev fistiq dê bi xebatên Serokê Şaredariyê Nazmî Sezer ve bibin marqe.
Sezer diyar kir ku li navçeyê 6 mehan zivistan e, lê ligel vê li gundên başûr di hin eraziyan de darên fistiqan digihêjin û ev jî pir girîng e û wiha avivî:
"Em wisa zen dikin ku hin kesan demekê ev darên fistiqan çikandine. Lê niha bê xwedî ne. Em dê bi xebatên xwe ve welatiyên xwe teşwîq bikin ku bila ew çandiniya fistiqan bikin. Em dê hewl bidin ku fistiqên ku li Entabê û Sêrtê digihêjin bila li vir jî bigihêjin û bi navê "Fistiqê Gewaşê" bê nasîn."