Hîndekarê Beşa Kîmyayê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Firatê (ZF) Prof. Dr. Mehmet Yaman diyar kir ku ûranyûma ku di gola Wanê de heke bê bikaranîn him saziyên pîşeyê yên li welêt û him jî Tirkiye dê gelek pêş ve biçin û wiha got: "Di gola Wanê de gelek ûranyûm heye û ev jî dayîneke Xwedê ye. Dema ku em vê ûranyûmê derxin û di saziyên pîşeyê de bikarbînin dê welatê me gelek pêş ve biçe."
Yaman di daxuyaniya ku da nûçegîhanê AAyê de destnîşan kir ku pîşeya kîmyayê ji bo gelek sektoran lazim e û wiha got: "Di 10 salên dawîn de li Tirkiyeyê di qada pîşeyê de pêşveçûnên mezin pêk hatin û maliyeta vejenê jî her ku diçe zêde dibe. Ji bo ku rê li ber vê maliyetê bê girtin û Tirkiye bigihîje armanca xwe, divê Tirkiye santralên nukleerê ava bike. Di sala 2010an de me di gola Wanê de lêkolîn kir. Di vê lêkolînê de me dît ku di golê de gelek ûranyûm heye û ev jî bi rastî dê gelek bi kêrî Tirkiyeyê bê. Lewra piraniya santralên nukleerê bi ûranyûmê tên şixûlandin. Ji ber vê jî ev ûranyûma ku di gola Wanê de ji bo santralên ku Tirkiye dê ava bike, siûdek e."
Yaman destnîşan kir ku ji bo ûranyûma di gola Wanê de binîn asta bikaranînê projeyên xwe amadekirinê û dê pêşkeşî saziyên eleqedar bikin.