30 Gulan 2016•Rojanekirin: 31 Gulan 2016
VAN
Încî kefal di dema xerzdanînê da wek masiyên somonê yên li Norwecê berevajiyê avê avjeniyê dikin û dema ku rastî astengiyan tên jî xwe çeng dikin.
Di Gola Wanê da tenê încî kefal heye dema xerzdanîna kefalê jî her sal di navbera 15ê nîsan û 15ê tîrmehê de dest pê dike û masî xwe didin avê şirîn.
Dema ku masî xwe hildavêjin û berovajiyê ava herikbar avjeniyê dikin, dîmenên xweşik derdikevin holê û mirov hejmetkar dimînin û lê dinhêrin. Her sal bi hezaran tûrîstên xwemalî û biyanî tên bajêr û dibin şahidê koça masiyan.
Koça masiyan herî zêde li Çemê Bendîmahiya navçeya Erdîşê tê dîtin. Tûrîstên xwemalî û biyanî ji bo ku masiyan bibînin, tên ber avê hem geşt û pîknîkê dikin hem jî koça masiyan temaşe dikin.
Hatîce Taşçiya ku ji Stenbolê hat, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew cara ewil e koça van masiyan dibîne û ew bû heyranê vê koçê.
Taşçiyê got ku danasîna koça masiyan zêde nayê kirin ku tûrîst xwe bidin vî alî û wiha dewam kir: "Divê li van deran zêdetir veberhênan werin kirin. Heke bi tê ra xwe eleqeyê bidin nîşanî van deran wê xweştir be."
Rêwitiya masiyan 90 rojî didome. Di vê maweya xerzdanînê de girtina masiyan tê qedexekirin.