Herêma Rojhilatê pir sar e. Ji ber vê yekê rûyê Gola Wanê cî bi cî qeşa girt.
Li ser rûyê dinê gola herî bisoda Gola Wanê ye. Rûyê Gola Wanê cî bi cî qeşa girt. Perçeyên qeşayê li qeraxê navçeya Edremêta Wanê girt û pêl perçeyan ber bi nava golê ve dibin. Masîgir di nav perçeyên qeşayê de hewl didin ku masiyan bigrin.
Dekanê Fakulteya Berên Avê yê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Mustafa Sari daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku ava golê bi soda û bi xwêy ye û loma li gor ava şirîn zêde qeşa nagire. Dema ku germahiya hewayê dikeve bin sifirê li cihên ku ava şirîn dikişe gol qeşa digre.