VAN
Ji bo Dêra Akdamarayê ya li Gola Wanê bikeve nav Listeya Mîrata Dinyayê ya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (ÛNESCO) serî li Wezareta Çand û Tûrîzmê dan.
Midûryeta Bajêr a Çand û Tûrîzmê ji bo Dêra Akdamarayê ya li navçeya Gewaşa Wanê a ku li ser navê Qralê Vaspûrakanê I. Gagik ji bo Keşîş Manûel di navbera salên 915 û 921an de hat çêkirin, bikeve listeya ÛNESCOyê bi awayekî fermî serî li Midûryeta Giştî ya Muzeyan hat dayin.
Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Bajêr Mûzaffer Aktûg der barê serlêdanê de agahî da rojnamegeran û got ku ji bo serlêdanê 10 krîter hene, divê di serî de Dêra Aktamarayê bigrin Listeya Mîrata Dinyayê ya Berwext û wiha dewam kir:
"10 krîterên ÛNESCOyê hene û 6 krîterên Dêra Aktamarayê jî li gor van krîteran in. Herwiha pêkane ku Dêra Aktamarayê bikeve Listeya Mîrata Dinyayê. Piştî ku me serî li wezaretê da, wezaretê ji bo şert û mercên ku bi cih bên anîn rê nîşanî me da. Me jî krîterên di lîsteyên de ne nirxand û him bi tirkî him jî bi îngilîzî dosya amade kir û radestî wan kir. Di 2014an de dê dosya bê nirxandin û piştre dê Dêra Aktamarayê bigrin Listeya Mîrata Dinyayê ya Berwext û duv re jî bigrin Listeya Mîrata Dinyayê."
Aktûg got ku ji bo ku berhemekê hildin nav Listeya Mîrata Dinyayê krîterek têrê dike.