Hüseyin Demirci
26 Tebax 2023•Rojanekirin: 02 Îlon 2023
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ku ji deverên herî bilind ên welêt yek e ber û bereketa tûreşkan heye û şêniyên herêmê têra dilê xwe berhev dikin.
Di mehên gulan û hezîranê da li navçeyê baraneke xweş dibare û ji ber vê bereketê jî li herêma Cibiltepe, Acisû û Sûlû Dereyê û herêmên raqima wê 2 hezar û 500 e tûreşk gelek digihêjin.
Tûreşkên ji hêla vîtamîna Cyê va hewcaderiya wan bi danîna mirovan tuneye hema ciyê ku ji bo wan guncaw be bi xwe zîl didin û digirin.
Ji tûreşkan herî zêde rîçal tê çêkirin û welatî bi armanca ku zivistanê ji vê tehma xweş bêpar nebin di nav dirî û daristanan da tûreşkan berhev dikin.
Ji welatiyan Gulumser Demirciyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku îsal tûreşk pir bi bereket in û şêniyên herêmê jî têra dilê xwe berhev dikin û wiha domand: "Tûreşk bi xwe digihêjin û rîçala wan gelekî xweş û bi tehm e. Îsal baran xweş barî û tûreşk bi ber û bereket bûn. Em ê rîçala wan çêkin."
Îsmaîl Kayhanogluyê ku tûreşk berhev dikirin jî got ku di nav daristanê da li her derê tûreşk hene û ew ê jî ji wan rîçalê çêkin û zivistanê bixwin.