Türkan Tosun
23 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2017
ANKARA
Saziya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKUR) ji bo kesên kêmendam û kesên berê girtibûn û hatine berdan ên ku dixwazin ji xwe ra kargehekê vekin berê 36 hezar lîre hîbe dida, lê saziyê rêjeya hîbeyê zêde kir û derxiste 50 hezarî.
Saziya ÎŞKURê ya ku bi xebatên taybet û bernameyan va hewl dide ku perwerdeya pîşesaziyê bide mirovan û wan îstihdam bike, xebatên xwe didomîne.
Ji bo ku kesên kêmendam di civakê de bibin xwedî kar û bar ÎŞKUR hîbeyê dide wan. Saziyê berê 36 hezar lîre hîbe dida kêmendaman, lê ÎŞKURê ji sedî 38 ev rêje zêdekir û derxiste 50 hezar lîreyî.
- Ji bo hildana hîbeyê hin şert
Ji bo ku hîbe bê dayîn ÎŞKUR hin şertan dixwaze, divê kesek herî kêm ji sedî 40 kêmendam be an jî berê girtî lê niha serbest be, ji 18 salî mezintir be, qeyda wî li ÎŞKURê hebe ku hîbeyê bigire.
Projeyên ku hatine amadekirin wê ji hêla komîsyoneke ji nunerên kamu û civakî pêk tên wê bene nirxandin.
Heke projeyek hîbehildanê heq bike wê 50 hezar lîreyî bigire. Ji bo kar û barên avakirina kargehê 3 hezar lîre, ji bo mesrefên kargehê 11 hezar lîre û ji bo piştgiriya avakirinê jî 36 hezar lîre wê bê dayîn.
Dayîna hîbeyê di sala 2014an de hatibû destpêkirin.
Ji bo sala 2018an heta 11ê çileyê pêşîn serlêdan wê bên kirin.
Kesên ku bixwazin serî lê bidin wê bikaribin li ser malpera înternetê ya ÎŞKURê forman tije bikin.