Haydar Şahin
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 03 Tebax 2018
ANTALYA
Di 7 mehên ewil ên îsal da hejmara tûrîstên hatin Antalyaya paytextê tûrîzma Tirkiyeyê derkete 7 milyon û 14 hezar û 875an.
Walîtiya Antalyayê diyar kir ku di navbera 1ê rêbendanê û 31ê tîrmeha 2017an da 5 milyon û 50 hezar û 899 tûrîstên biyanî, 294 hezar û 359 tûrîstên xwecî hatin bajêr, di heman heyama îsal da hejmara tûrîstan ji sedî 31,24 zêde bû hejmara tûrîstên biyanî gihîşte 6 milyon û 693 hezar û 939an, ya tûrîstên xwecî jî gihîşte 320 hezar û 936 kesan, bi tevahî 7 milyon û 14 hezar û 875 tûrîst hatin bajêr.
Ji 100î zêdetir welatan tûrîst ji bo tetîlê hatin Antalyayê, herî zêde rêjeya tûrîstên Ûris zêde bû. Rêjeya tûrîstên Ûris ji 28,13 zêde bû û hejmara wan gihîşte 575 hezar û 552 kesan.
Li pey Rûsyayê bi 271 hezar û 953 kesan va Almanya bi 137 hezar û 57 kesan va Îngiltere û bi 127 hezar û 587 kesan va jî Polonya ketin rêzê.