Koçerên Sarikeçilî yên ku zivistana xwe li Mêrsînê derbas kirin ji bo havînê amadehiya koçê dikin ku herin zozanên Konya û Karamanê.
Serokê Komeleya Çand, Hevkarî û Alîkariyê ya Sarikeçiliyan Bayram Gok ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku jiyana wan li ser koçeriyê ye û niha ew amadehiyê dibînin ku herin Konya û Karamanê.
Gok daxuyand ku koçerê di navbera 20ê nîsanê û 1ê gulanê de dest bi koçê bikin û wiha axivî: "Em bi salane wek koçer dijîn û em êdî westiyan. Her diçe zehmettir dibe. Em dixwazin ku li Konya û Karamanê çandinî û heywandariyê bikin û êdî dev ji koçeriyê berdin. Em hêvî dikin ku rayedar jî piştgiriyê bidin me û xebatên ku ji bo me tên kirin temam bikin."
- Sarikeçilî nunerên koçeran ên dawîn in
Koka koçerên Sarikeçiliyê di Anadoluyê de digîhîje hezar sal berê. Lê ji ber ku gelekê wan hêdî hêdî dev ji koçeriyê berdidin, di navçe û bajaran de dijîn hejmara wan kêm bûye. Ev koçer zivistanê li qeraxên bajarê Mersînê, havînê jî li zozanên Konya û Karamanê dijîn.
Koçer 6 mehan li qeraxan, 3 mehan li zozanan, 3 mehên din jî di rê de derbas dikin.
Her çiqas bixwazin dev ji çanda xwe bernedin jî, ji ber tengasiya aboriyê tu çare namîne ku ew dev ji koçeriyê bernedin. Demekî li ber xwe bidin jî piştî demekî êdî dev ji koçeriyê berdidin.