Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi projeya GAPê re gelek golên bendavan çêbûn, ev gol ji bo werzişa bin avê potansiyeleke mezin e.
Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi pêvajoya çareseriyê atmosfereke ewle û aram çêbû û berhemên dîrokî û çandî derketin pêş. Tê payîn ku Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di demeke nêz de ji bo tûrîzma noqê bin avê bibe navendeke girîng ya Tirkiyeyê.
Bi projeya GAPê çêkirina golên bendavê yên wek Kralkizi, Dîcle, Batman, Keban, Karakaya, Ataturk, Bîrecîk û Karkamiş temam bûn û gelek cihên ku di bin van golan de man û li benda keşfkirinê ne. Piştî ku bendava Ilisuyê jî temam bû dê navçeya Hesenkeyf jî di nav de gelek cihên dîrokî yên ku dê di bin avê de bimînin jî bikevin nav vê potansiyalê.
- "Nû tê keşfkirin"
Ziyaretvan tên navçeya Xalfetiya ku di bin ava bendava Bîrecîkê de ma ku li ser robara Firatê hat çêkirin û berhemên dîrokê yên li Egilê yên ku di bin gola bendava Dîcleyê de ma û li van deran bi tupê noqî avê dibin. Herî dawî komeke ku Arîkarê Serokê Federasyona Werzişên Binavê yê Tirkiyeyê (TSFF) Bedrî Sîncar, Serokê Kulûba Pisporiya Werzişêv Avê yê Diyarbekirê Îlhamî Çakmak û hîndekar Mehmet Nesîm Aydin jî di nav de li Gola Bendava Dîcleyê noqî avê bûn.
Arîkarê Serokê TSFFê Sîncar daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku welatên ku ji werzişa noqên binavê dahatên mezin bi dest dixin, hene û got li Tirkiyeyê jî eleqeyeke mezin ji bo vê werzişê heye.
Sîncar da zanîn ku noqbûnên golan yên 300 metre ji behrê bilindtir noqên îrtifayê ne û ji bo vê perwerde hewce dike û destnîşan kir ku wek federasyon "Kursa Pisporiya Noqê ya Îrtifayê" vekirin.
Sîncar got ku li Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê cihên ku di bin bendavan de mane berhemên dîrokî jî hene û got ku "pispor ji noqbûna deryayê kerixîn, eleqeyeke mezin ji bo noqbûnên îrtifayê heye. Ji 200 kesî zêdetir serîlêdan ji bo noqîbûnên îrtifayê heye, ev kes piştî ku kurs qedandin dê bên vir û bi vî awayî dê tûrîzma vir pêş bikeve. Li herêmê golên bendavan ji bo noqîbûnên nû tên keşfkirin. Em hefteya borî bi tupan noqî bendava li Egîlê bûn û me derfeta dîtina xweşikiya nuwaze ya berhemên dîrokî û çandî, dît. Li herêmê gelek cihên ku di bin avê de mane hene, Hesenkeyf jî piştî ku bendav temam bû dê di bin avê de bimîne."
Hîndekarê noqbûnê Mehmet Nesîm Aydin jî got ku bi pêvajoya çareseriyê eleqeya li ser herêmê zêde bû. Aydin diyar kir ku pêşketina tûrîzmê ya roj bi roj piştgiriyê dide aboriya herêmê û wiha axivî: "Digel navçeyên Xelfetî û Samsatê bi sedan gund jî di bin golên bendavê yên GAPê de man. Dîtina van cihan îmtiyazake mezin e. Mirov hindik hindik tên û li vir noqî avê dibin û dê di demeke nêz de bi hezaran kes bên herêmê. Ji bo vê yekê divê walitî, qeymeqamtî, şaredarî û saziyên din yên eleqedar cihên ku ji bo noqbûnê guncav in amade bikin û van deran bidin nasandin. Herêma Başûrê rojhilatê dê ji bo noqên bitup bibe wek navendeke girîng.
Demek berê niha em bi arîkarê serokê me û wênekêşa binavê Sîncar û Serokê Kulûba Pisporiya Werzişa Avê yê Diyarbekirê Îlhamî Çakmak re li Egîlê noqî bendavê bûn û me wêneyên tirbeyên Hz. Zulkifl û Hz. Elyasa yên di bin avê de mayî û berhmên dîrokî yên li dora Kelha Egîlê kişandin. "