Hilal Uştuk
20 Gulan 2023•Rojanekirin: 21 Gulan 2023
Hunermend Nurî Sesîguzelê ji Şanliurfayê ku 86 salî bû, wefat kir.
Qîza wî Bîrgî Canberk Sesîguzelê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bavê wê bi şev di saet 02.45an da li nexweşxaneya dihat tedawîkirin wefat kir û wiha domand: "Bavê min saet di 02.45an da wefat kir. Sibê li Mizgefta Teşwîqiyeyê piştî nimêja nîvro wê nimêja cinazeyê wî bê kirin û li Goristana Buyukçekmeceyê li cem dayika min wê bê definkirin."
Hunermendê ku di 1ê Tîrmeha sala 1937an da li Bîrecîka Şanliurfayê hatibû dinyayê dibistana xwe ya seretayî nêvî hiştibû û bi muzîkê ra eleqedar bûbû. Hunermend Sesîguzel di pêşbaziya ku Radyoya Stenbolê da ku sala 1961ê organîze kiribû bi ser ketibû û dest bi hunerê kiribû.