Sevim Hatun
29 Mijdar 2016•Rojanekirin: 29 Mijdar 2016
BOGOTA
Hat ragihandin ku li Kolombiyayê balafira rêwiyan ket.
Li ser hesabê Twîtterê ya Balafirgeha Navneteweyî ya Medellînê hat daxuyandin ku balafira ji Bolivyayê rabû û wê li Balafirgeha Navneteweyî ya Medellînê daniya de 72 kes hebûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ekîbên rewşa acîl sewqî herêmê kirin.
Li gor nûçeya di çapemeniya herêmî de derket, di balafirê de endamên tîma futbolê ya Chapecoensê ya Brezîlyayê hebûn.