27 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
WASHINGTON
Di navbera hikûmeta Kolombiyayê û Hêzên Çekdar ê Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) da peymana ku şerê navxweyî yê 52 salan ber xwe da bidawî kir hat îmzekirin.
Ji 15 welatan rayedarên payebilind beşdarî merasima ku li bajarê Cartegnayê hat lidarxistin bûn, Serokê Dewletê Juan Manuel Santos û li ser navê FARCê jî General Rodrîgo Londono Echeverrî peyman îmze kirin.
Santos beriya îmzeyê axivî û di axaftina xwe da diyar kir ku welatiyên heman welatî 52 salan hevdu kuştin û wiha got: "Em bi dengekê bilind û eşkere dibêjin ku em şer naxwazin".
Tîmoleon Jîmenezê serokê FARCê yê ku bi navê "Tîmoşenko" tê zanîn jî li ser navê FARCÊ lêborîn xwest.
Serokê FARCê diyar kir ku ji bo hemê êş û janên dema şer lêborînê dixwaze û got, "Peymana aştiyê serfiraziya gelê Kolombiyayê û civaka navneteweyî ye".
- Serok bûn şahidê merasima dîrokî
Peyman bi qelemeke ku dişibe guleyê hat îmzekirin û bi vî awayî peyam hat dayîn ku gule bibin qelem.
Raul Castroyê serokê Kubayê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-mun, Qralê Îspanyayê Juan Carlos û John Kerryê Wezîrê Karên Derva yê DYAyê jî di nav beçdarvanan da cî girtin.
Li welêt piştgiriyeke mezin dan peymanê, lê Alvaro Uribeyê Serokê Kolombiyayê yê berê bi 2 hezar kesî ra li ber avahiya ku peyman lê hat îmzekirin çalakiya protestoyê kir.
Li gor peymanê FARC wê çekan deyne û li gor pergala siyasî tevbigere.
Di navbera hikûmet û FARCê da hevdîtinên aştiyê di Cotmeha 2012an da li Havanaya paytextê Kubayê dest pê kiribû. Terefan di mijarên wek ji bo mexdûrên şer dayîna tezmînatê, heq û hiqûqa mexdûran, mafên eraziyan, ji hêla siyasî va tevlîbûna serhildêran û têkoşîna dijî hişbirê li hev kiribû. Di 25ê Tebaxê da terefan li Havanayê peyman îmze kiribû û şerê ku 52 salan dewam kir qediya.